___Cemil Oguz___
Belkî piraniya fûtbolhezên Ewropayê li benda vê maçê bûn û ev bendemayîn bi avê de neçû; Ji ber ku maçê ew mest kirin. Em qala maça PSG û Barselonayê dikin. PSG bi 4-2 bi ser ket; lê jê wêdetir kêfeke mezin da temaşevanan.
Maçên sêyemîn ên Lîga Şampiyonan a UEFA’yê duh dest pê kirin. Maça ku hema bêje piraniya hezkirên fûtbolê li bendê bûn maça PSG û Barselonayê bû. Maç li Fransayê bû. Li Fransayê ev hefteyek e kuçe û kolan dişewitin. Çalakî didomin. Şewat, tevlihevî di asta bilind de ye. Vê carê şewata mezin, tevliheviya mezin li stadê bû.
Pêşî temaşevanên PSG’ê bi kareografiyê meydan şên kirin, dûre lîstikvanan şahiya fûtbolê nîşanî fûtbolhezan dan. Helbet li ber temaşevanên xwe PSG gavek li pêş bû.
Bi ser vê de jî PSG di du salên dawî de ev kûpaya herî mezin a Ewropayê, kûpaya Lîga Şampiyonan biribûn mala xwe.
Lîstikvanên L. Enrique dizanîn dê çawa bilîzin. Stada Parc des Princes tije li benda firfirokê bû. Enrique yê ku ev tîm derxistibû astek bilindtir, nedixwest kêliyekî jî daxe.
Lê li hemberî wê tîmek din a mezin hebû; Barselona. Barselonaya bi lîstikvanên xwe yên ciwan 9 maç li lîga xwe, 2 maç di Lîga Şampiyonan de, di 11 maçên îsal lîstine de qet têk neçûbû.
Tîma PSG bi pereyan hatibû avakirin. Xwediyên qlûbê ev çend sal bûn her pere radizan. Ji 11 lîstikvanên PSG’ê yên derdiketin sehayê tenê 3 fransiz bû. Hemberî wê lîstikvanên Barselonayê tenê sê biyanî, yên din ji Spanya/Katalanyayê bûn.
Çavkanî: Diyarname