Îmaratê ragihand ku wê piştî salekê cara ewil bi balafirên bêmirov êrîşî endamên Eş Şebabê yên li bakurê Somaliyê kiriye.
Li gorî rayedarên ewlehiyê, êrîş roja Sêşemê li geliyê Gagala ê li herêma Puntlandê hatiye kirin. Hate ragihandin ku droneyên Îmaratê çar endamên Eş Şebabê yên li lêva rê teqemenî bi cih dikirin, hedef girtine.
Eş Şebab a ku nêzîkî 20 salan e li Somaliyê heye, di gel ku li deverên navîn û başûrê ên welêt bi hêz e li Çiyayên Al-Madow ên li bakurê welêt jî hebûna xwe didomîne. Hate diyarkirin ku ji Mijdara 2025’an ve ye Îmaratê êrîşî rêxistina berbehs nekiriye.
Çavkanî: ANF Kurmancî