Li Fransayê Sekretera Giştî ya CGT’ê Sophie Binet piştî hevdîtina li gel Serokwezîr Sebastien Lecornu diyar kir ku hikûmetê têkildarî daxwazên civakî ti pêngavên şênber neavêtine. Binet bang kir ku ji 5’ê Mijdarê û pê ve grev werin kirin.
Sendîka, roja Çarşemê li Matignonê bi Serokwezîr Sebastien Lecornu re civiyan û têkildarî daxwazên xwe yên civakî daxwaza bersivekê kirin.
Piştî bûyerê Sekretera Giştî ya Konfederasyona Karkeran a Giştî (CGT) Sophie Binet axivî. Binet diyar kir ku hikûmetê guh nedaye daxwazên wan û got: ‘’Em ji bo hêrsa civakî bersivên lezgîn û şênber bistînin, hatin. Serokwezîr û hikûmetê ti tedbîr diyar nekirin, guh nedan daxwazên me.’’
Çavkanî: ANF Kurmancî