Rêveberiya Iraqê di demeke ku DYE’yê zextên li ser Tehranê zêde kir û hewl dide di aliyê aboriyê de Îranê îzole bike, Deriyê Sînor ê Şeyb (El-Şeyb) ê li ser sînorê Îranê bêdem girt.
Rayedarek ji Rêveberiya Deriyên Sînor a Iraqê bêyî ku derbarê sedema girtinê de agahiyê bide, daxuyand ku Deriyê Sînor ê El-Şeyb wê heta daxuyaniyeke din girtî bimîne. Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya girêdayî daraza Îranê jî ev biryar piştrast kir û ragihand ku girtin li gorî biryara Ofîsa Serokwezîriya Iraqê pêk hatiye.
Têkiliyên Iraq û Îranê yên ji aliyê siyasî, olî û aborî ve gelekî xurt in. Di navbera herdu welatan de sînorê ji hezar û 400 kîlometreyî pêk tê heye û bi kêmanî heşt deriyên sînor ên fermî dixebitin.
Çavkanî: ANF Kurmancî