10 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Şêniyên Dêrikê: Heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê têbikoşin

Li Dêrikê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê çalakiyek hate lidarxistin û şêniyan di çalakiyê de diyar kirin ku ew ê heya ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad dibe, têbikoşin.

Înîsiyatîfa Gel a Bajarê Dêrikê bi dirûşma “Bi înîsiyatîfa aşitî û civaka demokratîk wê Komploya Navneteweyî û sîstema Îmraliyê têk biçe” çalakiyek li dar xist.

Çalakî,  li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse