10 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Kesên di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kesên ku di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, bi çalakiyên curbicur hatin bîranîn.

103 kesên ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de di êrîşa li ser Mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li ber Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajaran bi çalakî û bernameyên cuda tên bîranîn.

Li Edeneyê KESK, DÎSK, TTB, TMMOB’ê û Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê ji bo bîranîna kesên ku di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, meşek lidar xist. Berdevkê demê yê Platforma Şaxa KESK’ê ya Edeneyê Alî Duran di bîranînê de axivî û got ku êrîş, kesên ku daxwaza aştiyê dikirin hedef girtine. Diya Dîlan Sarikaya ya ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû Neslîgûl Sarikaya, destnîşan kir ku malbat 11 sal in li benda adaletê ne. Parêzer Tugay Bek, jî diyar kir ku hê berpirsiyarên li pişt komkujiyê nehatine darizandin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse