22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Nabe ku pêvajoya aştiyê bi bêçekbûnê bê pênasekirin, gavên demorkatîkbûnê divê bêne

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin got, pêvajo naber tenê bi bêçekbûnê bê pênasekirin û destnîşan kir ku li qadên mafên bingehîn, azadî, welatîbûna wekhev a Kurdan, rûbirûbûna bi rabirdûyê û demokratîkbûnê divê gavên şênber bêne avêtin.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydin qonaxa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û kêmasiyên ji aliyê guhertinên qanûnî ve nirxand û destnîşan kir ku ji bo avakirina aştiya mayinde divê dewlet di mijara demokratîkbûnê de bi berpirsyariyê rabe.

Aydin diyar kir ku gavên ji aliyê bêçekbûnê ve hatine avêtin, eger bi sererastkirinên li qadên azadî û mafên bingehîn neyên temamkirin wê pêvajo gelekî hesas bibe ku karibe bişikê. Aydin ragihand ku gavên ji destpêka pêvajoyê û vir ve hatine avêtin girîng e, lê belê çarçoveya qanûnî kêm e.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse