Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin got, pêvajo naber tenê bi bêçekbûnê bê pênasekirin û destnîşan kir ku li qadên mafên bingehîn, azadî, welatîbûna wekhev a Kurdan, rûbirûbûna bi rabirdûyê û demokratîkbûnê divê gavên şênber bêne avêtin.
Endama Komeleya Jinan a Rosayê Rûşen Yakût ku bal kişand ser qetilkirinên jinan û mirinên biguman ên jinan. Rûşen Yakût diyar kir ku divê polîtîkayên bêcezahiştinê bi dawî bibin û dîsa bibin aliyê Peymana Stenbolê.
Çavkanî: ANF Kurmancî