Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat nerazîbûn nîşanî hewldana Weqfa Cemê ya ji bo desteserkirina Cemxaneya Kiraçê da û got, “Weqfa Cemê bi destê qeyûmê li Şaredariya Esenyûrtê dixwaze qeyûm li ser cemxaneyê tayîn bike.”
Nobeda li dijî biryara valakirina Cemxaneya Kiraçê ya ji bo radestkirina wê li Weqfa Cemê encamek bi xwe re anî. Biryara valakirinê ji bo mehekê hate taloqkirin. Yên ku dixwazin biryara radestkirinê bê betalkirin, bi biryar in ku heta ev yek pêk were li ber cemxaneyê nobedê dewam bikin. Parlamenterên Stenbolê yê DEM Partiyê Celal Firat ji ANF’ê re axivî û got, “Weqfa Cemê ku bi mejiyê desthilatdariyê tevdigere, bi hêviya ji Şaredariya Esenyûrtê ya ku bi rêya qeyûm hatiye desteserkirin, dixwaze qeyûm dîne ser Cemxaneya Kiraçê.”
Parlamenter Celal Firat ku mijar xist rojeva parlamentê û bi Wezîrê Karên Hundir re hevdîtin kir, bi bîr xist ku Cemxaneya Kiraçê ji aliyê civaka Elewî bi xwe ve beriya bi salan hate avakirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî