22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Fîlozof Berardi: Abdullah Ocalan ronahiya heviyê ya tarîtiya vê serdemê ye

Fîlozofê Marksîst ê Îtalî Franco ‘Bifo’ Berardi nameyek ji Rêber Apo re şand û destnîşan kir ku stratejiya têkoşînê ya Rêber Apo çavkaniyeke hêviyê ye ji bo mirovên li edalet û azadiyê digerin.

Ji bo peydakirina hevokên rast bi gelek caran ceriband, lê belê ev qet hêsan nebû. Di ciwantiya xwe de bi demkurtî hatim girtin; ji ber vê jî zanim ku peyamên bi vî rengî gelek caran retorîk û vala tê guhê mirovan.

Weke ku tu jî baş zane, li Îtalyayê û tevahiya Rojava bendewariyên têkildarî paşerojê gelekî tengav e. Stratejiyên berê yên çepgiriyê, ji bo rawestandina pêla êrişkarî û nefretê ya li her derê kêm dimîne ku ev pêl weke encamek ji têkçûna çîna karker a li seranserê cîhanê bilind bû.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse