Misir û Îsraîlê biryara Meclîsa Nûneran a li rojhilatê Lîbyayê ku peymana sînorên deryayî ya sala 2019’an a di navbera Tirkiye û hikûmeta Trablûsê de erê kiribû, red kirin.
Wezareta Karûbarên Derve ya Misirê, diyar kir ku ev peyman mafên serweriya Misirê yên li Herêma Aborî ya Taybet û Parzemîna Deryayê bi eşkereyî binpê dike. Qahîreyê, teqez kir ku peyman li dijî Peymana Mafê Deryayî ya Neteweyên Yekbûyî ye, ji ber wê jî ji aliyê hiqûqî ve bêqîmet e û ti encamekê ji bo Misirê çênake.
Wezareta Karûbarên Derve ya Îsraîlê jî ev biryar bi tundî şermezar kir. Wezaretê îdîa kir ku hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo têkdana aramiya Deryaya Spî berdewam dikin.
Çavkanî: ANF Kurmancî