Mamosta û çalakvanên Helebceyê ragihandin ku berjewendiyên hizbî li pêşiya çalakkirina parlamentoyê û avakirina hikûmetê astengin û gotin: “Ev yek nîşan dide ku dengên welatiyên Herêmê kêm tên dîtin. Ev rewş li ser Herêmê bûye metirsî û statuya wê wekî statuyeke lewaz tê dîtin.” Her wiha rexne li aliyên muxalefetê jî hate kirin ku heta niha ti zextek ji bo vekirina deriyên parlamentoyê li deshilatê nehatiye kirin.
Du sal di ser hilbijartina dema şeşem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê re derbas bûne, lê heta niha ne parlamento hatiye çalakkirin û ne jî kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye avakirin. Vê yekê derî li ber qeyraneke xeternak vekiriye û di asta herêmî de jî statû û cihê Herêma Kurdistanê lewaz kiriye.
Çavdêrê siyasî Nizar Mehmûd li ser mijarê ji Rojnewsê re got: “Diviya çend mehan piştî hilbijartinê, hewla çalakkirina parlamentoyê bihata dayîn û dest bi karên xwe bikira. Lê çend sal beriya hilbijartinan jî bi hincetekê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo çend salan hat girtin. Ji ber vê yekê, parlamento li cem her du hizbên desthilatdar ti giringiya xwe nîne. Ger giring ba, vekirina wê pir hêsan bû. Nayê qebûlkirin ku parlameneke te hebe ku li ser bingeha hilbijartinan hatiye avakirin û ev qas dem girtî bimîne. Ev di bingeh de xebatek ji bo bênirxkirin û biçûk dîtina parlamentoyê, dengê gel û saziyane. Di heman demê de metirsiyeke mezine li ser statuya Herêma Kurdistanê.“
Çavkanî: Rojnews Kurmancî