Muxafizên Şoreşê yên Îranê hişyarî da ku eger DYE li gel keştiyên ji Tengava Hurmuzê derbas dibin tevbigere, wê şer li baregehên Emerîkî yên li herêmê belav bibe.
Muxafizên Şoreşê roja Pêncşemê daxuyaniyek da û ragihand ku eger artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê polîtîkaya xwe ya heyî dewam bike, wê baregehên wan ên li herêmê bikin hedef û got, “Ev yek hişyariyeke cidî ye.”
Îran li ser Tengava Hurmuzê kontrola xwe radigihîne ku yek ji pênc parên hîdrokarbon a cîhanê jê derbas dibe. Hêzên Îranê, êrişê dibe ser wan keştiyan ku bêyî destûra Tehranê ji tengavê derbas dibin.
Çavkanî: ANF Kurmancî