10 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

‘Em nahêlin nirxê kelûpelan bê bilindkirin’

Serokê Komîteyên Hevpar ên Qeymeqamiya Parêzgeha Silêmaniyê Baban Ehmed, ragihand ku komîteyên xwe ji bo çavdêrîkirina cihên ku bihayê kelûpelan bilind kirine erkdarkirine ku lêpirsîn bi wan re were kirin.

Bilindbûna bihayê dolar li hemberî dînarê Iraqî, alozî û gengeşe di bazarên Iraq û Herêma Kurdistanê de çêkiriye û bûye sedema bilindbûna bihayê kelûpel û pêdiviyên welatiyan.

Li ser vê mijarê, Serokê Komîteyên Hevpar ên Qeymeqamiya Silêmaniyê Baban Ehmed ji bo piştrastbûn ji hebûna pêdiviyan û rêgirtin li bilindkirina bihayê xurek û pêdiviyan, serdana depoyên bajarê Silêmaniyê kir. Baban Ehmed, daxuyaniyek çapemeniyê lidarxist.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse