10 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Li Dirbêsiya çalakiya ji bo Kurdî: Zimanê Kurdî xeta sore

Bi dehan ciwan û xwendekarên ji bajarê Dirbêsiyê li dijî biryara Wezareta Perwerdê ya dayîna 3 waneyên zimanê Kurdî di hefteyê de derketin û got: “Zimanê Kurdî xeta sor e, înkarkirina wî înkarkirina hebûna me ye.”

Bi dehan ciwan û xwendekarên ji Dirbêsiyê li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya dayîna 3 waneyan zimanê Kurdî di hefteyê de derketin.

Xwepêşandan ji Çerxerêya Jin ber bi Çerxerêya Keziyê ve destpê kir. Xwepêşandêran pankartên “Zimanê me hebûna me ye, bazarî li ser hebûna me nabin” û diruşmayên bi daxwaza divê di hînbûna zimanê Kurdî de edalet hebe hat kirin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse