10 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, di salvegera 11an a Komkujiya Gar a Enqereyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew qurbaniyên komkujiyê ji bîr nakin.

Di 10ê Cotmeha 2015an de, bi deh hezaran kes bi dirûşma “Li dijî şer, niha aştî” li ber Gara Enqereyê hatibûn cem hev, di encama êrişa du xwekujên DAIŞê de 104 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 500 kesî jî birîndar bibûn. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmeyê ya Gara Enqereyê li eywana Çand Amedê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi bîr anî. Li eywana bernameyê de wêneyên kesên ku wê demê hatine kuştin hat danîn û li ber wêneyan kulîlk hat danîn û find hatin vêxistin û pankarta li ser “Em komkujiya 10ê Cotmehê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin” hat daliqandin. Endam û nunerên platformê û gelek kes tevlî bernameyê bun.

Hevserokê TMMOBa Amedê Şerefxan Aydin da zanîn ku komkujiya ku 11 sal berê pêk hat li dijî hesret û daxwaza aştiyê bu û ev tişt gotin: “Yên ku dilê wan ji bo vî welatî diavêt li Enqereyê xwestin bibin dengê aştiyê, lê mixabin me ew rêhevalên xwe bi hovane wenda kir. Tişta girîng ew e ku em xwedî mirateya wan derbikevin û wê aştiya ku wan dixwest bînin vî welatî. Divê em hêrs û hestên xwe jî wenda nekin û wan tu carî ji bîr nekin. Di vê pêvajoyê de divê em bibin dengê aştiyê wan.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse