Hacî Gecîken ê li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê dihat ragirtin û berdana wî çar caran hatibû taloqkirin di 18’ê Hezîranê de hat berdan, li Balafirgeha Sabîha Gokçen hat binçavkirin.
Hacî Gecîken ê li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê dihat ragirtin û berdana wî çar caran hatibû taloqkirin di 18’ê Hezîranê de hat berdan, şevê din li Balafirgeha Sabîha Gokçen hat binçavkirin. Hat zanîn ku derbarê binçavkirinê de agahî nedane malbata Gecîken û hat destnîşankirin ku biryara sînorkirina parêzeran û nepeniyê li ser dosyeyê heye.
Malbata Gecîken derbarê tiştên qewimîn de daxuyaniyek nivîskî da û bertek nîşanî binçavkirinê da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Gecîken piştî ku ji girtîgehê hat berdan xwestiye li bajarên herêmê bigere û di vê çarçoveyê de tevî malbata xwe serdana Amed, Stenbol, Colemêrg, Wan û Şirnexê kiriye.
Çavkanî: ANF Kurmancî