10 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Li Parîsê Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk

Di hevdîtina banliyoya Sarcelles de îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratk û geşedanên li Rojhilata Navîn hat kirin. Veysî Aktaş bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî, Vezîr Coşkun Parlak jî diyar kir ku ew bi hêvî ne ku pêvajo bi ser bikeve.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) li Salona Venise ya banluyoya Sarcelles a Parîsê, civîna gel a derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li dar xist.

Bi sedan Kurdistanî, dostên Kurdan û ciwanên enternasyonalîst tevlî civînê bûn. Di civînê de geşedanên siyasî yên heyî û mijarên derbarê gelê Kurd de hatin nîqaşkirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse