10 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Trump ji Ukraynayê xwest rêbertiyek nû hilbijêre

Trump bang li Ukraynayê kir ku rêbertiyek nû hilbijêre ku bikaribe lihevkirinekê bike û ji Serok Volodymyr Zelenskyy xwest ku dev ji hedefgirtina rafineriyên petrolê yên Rûsyayê berde.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump îro bang li Ukraynayê kir ku rêbertiyek nû hilbijêre ku bikaribe rêkeftinekê bike, rexne li Serok Volodymyr Zelenskyy kir û daxwaz kir ku êrişên li ser rafineriyên petrolê yên Rûsyayê rawestîne.

Trump li Koşka Spî ji rojnamevanan re got, “Çêtir e ku ew vê yekê rawestîne” û behsa êrişên Ukraynayê yên li ser tesîsên petrolê yên Rûsyayê kir û got ku ew pêşniyar dike ku rêberetiyek nû were hilbijartin ku bikare rêkeftinekê misoger bike.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse