12 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Mamostayê Zanîngehê: Ti hincetek ji bo hebûna artêşa Tirk a li Iraqê nemaye

Mamosteyekî zanîngehê û serokê Dezgeha Çavê Kurd Dilşad Namiq tekezî kir ku niha tu hincetek ji bo hebûna artêşa Tirk ya li Iraqê nemaye, divê ew jî gav bi gav derkevin û got: “Ji ber vê yekê, divê Tirkiye ji bo valekirina Herêma Kurdistanê û bi giştî Iraqê, ser şêwazên din bifikire.”

Hêzên hevpeymanan ji Iraqê vekişiyan û Herêma Kurdistanê jî bi tevahî vala kirin. Ev jî mercê sereke yê komên çekdar bû ku çekên xwe radestî hikûmeta Iraqê bikin. Ev yek bû sedem ku derî li ber mijareke din jî vebibe ku ew jî vekişîna artêşa Tirk a ji xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Li ser vê mijarê, Mamosteyê Zanistên Siyasî û Serokê Dezgeha Çavê Kurd Dilşad Namiq, ji Rojnewsê re axivî.

Dilşad Namiq di destpêka axaftina xwe de behsa sedema vekişîna hêzên Amerîkî kir û got: “Vekişîna vê carê ya hêzên Amerîka û hevpeymanan daxwaza komên çekdar bû ku piştî şerê DAIŞ’ê destê wan hatibû vekirin û ketibûn nav pêvajoya siyasî ya Iraqê. Wan gelek cihên hestiyar di destê xwe de digirtin û heta hikûmeteke sîber li Iraqê ava kirine.”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse