Kurdên li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê li Mala Kurdan ji bo şermezarkirina salvegera komploya navneteweyî li dijî Rêber Apo ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kiribû, şermezar kirin.
Di civînê de, hevserokê saziya Zagrosê Taharê Ahmed û Hubra Surgûn axivîn û bal kişandin ser armanc û encamên vê komployê.
Taharê Ahmed di axaftina xwe de diyar kir ku komploya li dijî Rêber Apo ne tenê êrîşek li ser gelê Kurd û vîna wî bû, lê di heman demê de êrîşek li ser mafên mirovan û daxwaza azadiyê bû. Wî destnîşan kir ku derxistina Rêber Apo û kadroyên tevgerê ji pêvajoya çareseriyê, nîşana berdewamkirina fikir û armancên komployê ye.
Çavkanî: ANF Kurmancî