Serokê DYE’yê Donald Trump îdîa kir ku Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin dixwaze li ser bidawîkirina şerê li Ûkraynayê li hev bike. Trump got, pêwîstiya Ûkraynayê bi lîderekî nû heye.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump roja Şemiyê daxuyaniyek da û got, Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo bidawîkirina şerê li Ûkraynayê dixwaze lihevkirinekê çêbike. Trump îdîa kir ku Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy xwe nade ber lihevkirinê.
Ji Trump hate pirsîn ku roja Înê dema bi telefonê bi Putin re axivî rojeva wan çi bû? Trump jî got, lîderê Rûsyayê bi xurtî dixwaze lihevkirinek çêbibe. Trump got, “Bi dîtina min Rûsya dixwaze lihevkirinek çêbibe. Em gelek caran li ser vê axivîn. Lê belê ji ber filan û bêvan sedeman Zelenskiy naxwaze li hev bike.”
Çavkanî: ANF Kurmancî