Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, Şehîdên Azadiya Kurdistanê û 104 kesên ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de li pêşiya Ankara Gar hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, Şehîdên Azadiya Kurdistanê û 104 kesên ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de li pêşiya Ankara Garê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê hate lidarxistin û malbatên şehîdan û Kurdistanî tevlî bûn.
Di bîranînê de, li ser navê Komuna Malbatên Şehîdan a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel û çalakvanê “Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin” Serhed Agirî axivîn. Di axaftinan de îşaret bi xwedîderketina li bîranîna şehîdan, hedefên komploya navneteweyî û têkoşîna azadiya gelê Kurd hat kirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî