25 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Li Gundê Hermotê dema çinîn û amadekirina zeytûnane

🔴 FLAŞ HABER

KOYE-ROJNEWS — Li Gundê Hermût yê ser bi navçeya Koye dema çinîna zeytûnane, ku ev berhem ne tenê li Koye, diçe bajarên din ên Kurdistanê jî. Jinên ku zeytûnan berhev dike û cotkar diyar dikin ku eger hikûmet alîkariya wan bike, dikarin zêdetir girîngî bidin berhemên xwe.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Dîroka çandina zeytûnên li Gundê Hermotê vedigere 400 heta 500 sal berê.
  • Her cotkar salane çar heta pênc ton berhemê zeytûnan hildiberîne.
  • Rezan Marqos diyar kir ku zeytûnên Hermotê piştî çinînê çar rojan li ber rojê û 40 rojan di bin siyê de tên hiştin.

Mîrateya 500 salî û çavkaniya dahatê

Li Gundê Hermût yê ser bi navçeya Koye, zeytûn wekî beşek ji mîrateya çandiniyê û çavkaniya dahatê ye. Berhemek ku li gorî cotkaran, dîroka çandina wê vedigere 400 heta 500 sal berê û her cotkar salane çar heta pênc ton berhemê hildiberîne, lê tevî vê hêza berhema zêde jî cotkar daxwaza piştevaniyê dikin. Jinên berhevkar û cotkar li ser karê çinîn û berhevkariyê ji ajansa me Rojnewsê re axivîn.

Demsala zeytûnan û pêvajoya amadekirinê

Jina bi navê Rezan Marqos a ku zeytûnên xwe diçine got: “Zeytûnên Hermotê bi tam û kalîteya xwe tê naskirin û ji 15’ê Îlonê ve demsala berhevkirin û amadekirina zeytûnan destpê dike. Li gorî wî, zeytûn piştî çinînê çar rojan li ber rojê tê hiştin, piştre 40 rojan di bin siyê de tê hiştin. Piştî temam dibe êdî ji bo xwarinê amade ye. Berhemên Zeytûnên Hermote li Koye sînordar namîne, diçin bajarên din ên Kurdistan.”

Rola jinan di aboriya malbatê de

Rêzan Markos bal kişand ser rola jinan a di çêkirin û berhevkirina zeytûnan de kir û wiha pêde çû: “Jinên gund bi hêz û kêrhatîbûna xwe berheman diçin û bi vî karî hewl didin debara xwe û serxwebûna xwe ya aborî peyda bikin.”

Banga piştgiriya ji bo cotkaran

Azad Fransî ku yek ji cotkarên kevnar ên gunde destnîşan kir ku ji sala 1979’an û vir ve dest bi çandina zeytûnan kiriye û got: “Li Hermotê cotkar bi kedeke mezin vê mîrateyê diparêzin, lê ji bo pêşvebirina hilberînê pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.”

Pêşeroja Bûyeran

Li Gundê Hermotê xebatên çinîn û amadekirina zeytûnan bi coşeke mezin berdewam dikin, di heman demê de cotkar û jinên berhevkar li benda piştgiriyeke xurtir in daku berhemên xwe bigihînin asta herî bilind.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse