NAVENDA NÛÇEYAN — Xistina rojevê ya sererastkirina Destûra Iraqê a li gorî plana Tom Barrack û Bexdayê, danîna mijara guhertina destûra Iraqê di rojevê de metirsiyeke mezin li ser li ser statuya Herêma Kurdistanê çêkiriye. Tenê yekrêziya aliyên Kurd dikare li hember vê gefê bisekine û destkeftiyên gelê Kurd biparêze.
- Xistina rojevê ya sererastkirina Destûra Iraqê a li gorî plana Tom Barrack û Bexdayê metirsiyeke mezin li ser statuya Herêma Kurdistanê çêkiriye.
- Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan bang li Parlamentoya Iraqê kir ku ji bo guhertina destûrê amadekariyan bike.
- Tenê yekrêziya aliyên Kurd dikare li hember vê gefê bisekine û destkeftiyên gelê Kurd biparêze.
Destûra Iraqê û nîqaşên 20 salên borî
Destûra Daîmî ya Iraqê ji 144 madeyan pêk hatiye ku di sala 2005’an de jinûve hatiye nivîsandin û bi dilê tu pêkhateyan Iraqê nebû. Ji ber ku her yek ji wan pêkhateyan li gorî destûra navborî xwe paşguhkirî û parçebûyî hîs dikir. Lê ji bo derbaskirina vê rewşa veguhêz, her kes razî bû ku destûrê qebûl bike. Ji ber vê yekê, di 20 salên borî de her tim bangên ji bo guhertinên destûrê hatin kirin. Lê vê carê ji hêla rayedarê payebilind yê Iraqê; Serokê Encûmena Bilnd a Dadweriya Iraq Fayeq Zêdan peyama “pêdiviya Destûra Iraqê bi guhertinê heye” hate dayîn.
Banga Fayeq Zêdan û armancên aliyên Şîe
Bi boneya 21’emîn salvegera nivîsandin û pejirandina Destûra Daîmî ya Iraqê, Serokê Encûmena Bilnd a Dadweriya Iraq Fayeq Zêdan bang li Parlementoya Iraqê kir ku ji bo guhertina destûrê amadekariyan bike. Vê peyamê careke din hemû kesên ku bi salane xeyala guhertina destûrê dikin şiyar kir. Li pêşiya wan partiyên Şîe hene ku li Iraqê desthilatdariyek zêdetir dixwazin.
Pêşeroja Bûyeran
Mijara guhertina destûrê di demekê de tê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hevalbendên wê ji Iraqê vekişiyane. Serkirde û partiyên Şîe niha derfetê ji vekişînê dibînin ku lewra ji rewşa aloz a li herêmê sû
Çavkanî: Rojnews Kurmancî