NAVENDA NÛÇEYAN — 106 roj di ser windakirina çalakvanê siyasî û endamê PJAK’ê Xalid Berzincî yê xelkê Sine ye re derbas dibe û tevî hemû hewldanên malbatê, hîn jî tu agahî ji Berzincî nayê standin.
- 106 roj in tu agahî ji çalakvanê siyasî û endamê PJAK’ê Xalid Berzincî nayê girtin.
- Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê daxuyaniyek li ser rewşa Berzincî parve kir.
- PJAK’ê di 21’ê Cotmehê de binçavkirina endamê xwe piştrast kiribû.
Çarenûsa Xalid Berzincî ne diyar e
106 roj di ser windakirina çalakvanê siyasî û endamê PJAK’ê Xalid Berzincî yê xelkê Sine ye re derbas dibe. Tevî hemû hewldanên malbatê, agahî ji Berzincî nayê standin. Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di derbarê çalakvanê siyasî Xalid Berzincî ku 106 rojin ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye windakirin, agahiyan parve kir.
Li gor agahiyên hatine parvekirin, tevî derbasbûna 106 rojan di ser binçavkirina çalakvanê siyasî û endamê PJAK’ê Xalid Berzincî re derbas bûye jî, lê hîna ti agahiyek li ser çarenûs û cihê lê tê ragirtin bi dest neketiye.
Ji mafê parêzer û peywendiyê bêpar hatiye hiştin
Hatiye gotin ku ji roja Xalid Berzincî hatî binçavkirin ve, ji mafê wergirtina parêzer û peywendiya li gel malbatê hatiye bêparhiştin. Her wiha hatiye diyarkirin tevî hemû hewldanên malbatê yên ji bo zanîna çarenûsa Berzincî, lê saziyên rejîmê ti agahiyek li ser binçavkirin û cihê ragirtina wî bi malbatê re parve nekirine.
Hêjayî gotinê ye roja 9’ê Tîrmeha 2026’an hêzên Supayê Pasdarên Îranê bi ser gundê Uştepe ya ser bi Bokanê de girtin. Xalid Berzincî û du welatiyên din binçavkirin. Heta niha nasnameya her du welatiyên din nehatiye eşkerekirin. Lê tê gotin ku yek ji wan piştî demekê hatiye berdan.
Pêşeroja Bûyeran
Roja 21’yê Cotmehê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanû (PJAK) bi daxuyaniyekê binçavkirina endamê xwe Xalid Berzincî piştrast kiribû û ragihandibû heta niha ti agahiyek li ser çarenûsa Berzincî bidest neketiye. PJAK’ê hişyarî dabû û gotibû: “Rejîma Îranê ji tenduristî û jiyana endamê me Xalid berpirsyar e.”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî