AMED — Di encamnameya Civata Giştî ya Navberê ya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de hate gotin, ‘Divê partiyên siyasî, sazî, welatparêz û rewşenbîrên Kurd bi vê têgihiştin û berpirsyariyê tevbigerin û Yekîtiya Neteweyî bikin esasî her karî.’
- Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Parka Rihanê ya li navçeya Rezan a Amedê daxuyaniyek da.
- Encamnameya Civata Giştî ya Navberê ya 24’ê Cotmehê hatibû lidarxistin hate eşkerekirin.
- Daxuyaniya Dimilkî ji aliyê Mûrat Kan û Kurmanciya wê jî ji aliyê Songul Korkmaz ve hat xwendin.
Daxuyaniya Li Amedê Hat Eşkerekirin
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Parka Rihanê ya li navçeya Rezan a Amedê bi daxuyaniyekê Encamnameya Civata Giştî ya Navberê ku 24’ê Cotmehê hatibû lidarxistin eşkere kir. Li gel hevberdevkên înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, gelek endamên înîsiyatîfê di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyaniya Dimilkî ji aliyê endamê Sekreteryaya Înîsiyatîfê Mûrat Kan; Kurmanciya wê jî Endama Sekretreteryaya Înîsiyatîfê Songul Korkmaz ve hat xwendin.
Tespîtên Derbarê Pêvajoya Dîrokî de
Di civîna navberê ya Civata Giştî ya ku me pêk anî de, di nirxandinên delegasyona me yên, di derbarê pêvajoyê û nerînên civakê de tespîtên girîng hatin kirin. Gelê Kurd û gelên herêma Rojhilata Navîn di pêvajiyeke dîrokî re derbas dibin. Li gel pergala serdest, hêzên herêmî û hewldanên netewdewletên statûkoparêz ên belavkirin û astengkirina hebûna gelê kurd û di lêgerîna tunekirina destkeftiyên gelê kurd de ne, berdewam in. Hewldan û qewimînên li Rojava mînakên berbiçav ên van nêrîn û tespîtan in.
Pêşeroja Bûyeran
Ev pêvajo, ji bo nirxandina van destkeftiyên di destê gelê kurd û gelên herêmê de, ji bo xebûna wan û berdewamiya çand û zimanê wan pêvajoyeke girîng e. Ji ber ku gelê Kurd di dema parvekirinên emperyalist ên yekemîn û duyemîn de vîna yekîtiyê bi pêş nexist, bi her awayî mafê wî yên neteweyî tune hatin hesibandin û rastî qirkirinên mezin hat.
Çavkanî: ANF Kurmancî