Weqfa Jinan a Utamarayê ku li Elmanyayê xebatê dike, salvegera xwe ya 20’an bi tevlîbûna jinên ji netewên cuda, nûnerên partiyên siyasî û rêveberên xwecihî pîroz kir.
Weqfa Jinan a Utamarayê di salvegera xwe ya 20’an a damezrandina xwe de li Navenda Hevdîtinê ya Utamarayê pîrozbahî li dar xist. Gelek jinên ji netewên cuda, nûnerên Partiya Sosyal Demokrat a Elmanyayê (SPD), Partiya Çep û Keskan û ji Neuwied û ji herêmpn derdora wê nûnerên wekheviyê tevlî bûn.
Bername bi axaftinên lîjneyê rêveberî û xebatkarên Weqfê destpê kir. Xebat, tecrube û projeyên 20 salan a Utamarayê hate nirxandin. Dîmena ku dîrok û xebatên weqfê vedibêje, hate pêşandan.
Çavkanî: ANF Kurmancî