11 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Weqfa Jinan a Utamarayê salvegera xwe ya 20’an pîroz kir

Weqfa Jinan a Utamarayê ku li Elmanyayê xebatê dike, salvegera xwe ya 20’an bi tevlîbûna jinên ji netewên cuda, nûnerên partiyên siyasî û rêveberên xwecihî pîroz kir.

Weqfa Jinan a Utamarayê di salvegera xwe ya 20’an a damezrandina xwe de li Navenda Hevdîtinê ya Utamarayê pîrozbahî li dar xist.   Gelek jinên ji netewên cuda, nûnerên Partiya Sosyal Demokrat a Elmanyayê (SPD), Partiya Çep û Keskan û ji Neuwied û ji herêmpn derdora wê nûnerên wekheviyê tevlî bûn.

Bername bi axaftinên lîjneyê rêveberî û xebatkarên Weqfê destpê kir.  Xebat, tecrube û projeyên 20 salan a Utamarayê hate nirxandin. Dîmena ku dîrok û xebatên weqfê vedibêje, hate pêşandan.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse