SENGESER — Li Sengeserê bi tevlîbûna hejmarek baş a welatiyan Festîvala 1’emîn a Quraw di roja 4’an de dawî bû, ku nêzîkî 16 hezar kesî serdana wê kiriye.
- Festîvala 1’emîn a Quraw a li Dola Şehîdan a Sengeserê 22’yê Cotmehê hatibû destpêkirin di saetên êvarî de dawî bû.
- Nêzîkî 16 hezar kesî serdana festîvalê kiriye û ji sedê 80’ê firoşkarên festîvalê jî jin bûn.
- Armanca festîvalê nasandina deverê û xwarina Qurawe ya ku xwarineke taybet a herêmê ye.
Welatiyan festîval bi germ pêşwazî kir
Li Sengeserê bi tevlîbûna hejmarek baş a welatiyan Festîvala 1’emîn a Quraw di roja 4’an de dawî bû. Festîvala 1’emîn a Quraw a li Dola Şehîdan a Sengeserê 22’yê Cotmehê hatibû destpêkirin di saetên êvarî de dawî bû. Yek ji berpirsên festîvalê Rêbaz Hesen ji ajansa me re axivî û got: “Welatiyan festîval bi germ pêşwazî kirin û nêzîkî 16 hezar kesî serdana festîvalê kiriye.”
Armanca festîvalê nasandina deverê û xwarinên Kurdewarî ye
Rêbaz Hesen têkildarî armancên festîvalê jî ev anî ziman: “Armanca me nasandina deverê ye û ne ji deverên welatên din ên geştyariyê cudatire. Dîsa nasandina xwarinên Kurdewarî bi taybet jî xwarina Quraweye ku xwarineke taybet a herêmê ye.”
Ji sedî 80’ê firoşkarên festîvalê jin bûn
Herî dawî Rêbaz Hesen diyar kir ku ji sedî 80’ê firoşkarên festîvalê jî jin bûne û ev festîval bûye derfetek baş ji bo firotina berhemên navxwe.
Pêşeroja Bûyeran
Di çarçoveya çalakiyên çandî de li Mexmûrê Festvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi şahiyekê tê pîrozkirin, di Festîvala Şehîd Bêrîtan de xwarinên Kurdewarî hatin nîşandan û herwiha Kurdên Yarî dest bi pîrozbahiyên Cejna Xawenkar kirin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî