26 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Daxwazek zêde ya bazara Herêmê û Iraqê li ser petatê Pênciwênê heye

🔴 FLAŞ HABER

PÊNCIWÊN — Li Pênciwênê dema berhevkirina petatane û niha cotkar ketine zeviyan û petat berhev dikin, her wiha cotkar diyar dikin ku daxwazeke zêde ya bazara Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser petatê Pênciwên heye.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Bi hezaran donim zevî li deşta sînorê navçeya Pênciwênê bi berhemên herêmî hatine çandin.
  • Salane nêzî 8 heta 10 hezar donim zevî ji bo petatan tê veqetandin.
  • Du cûreyên petatan hene ku cûrek ji bo hilberîna cîpsê û cûreyê din jî ji bo xwarinê ye.

Demsala Çinînê Ber Bi Dawiyê Ve Diçe

Bi hezaran donim zevî li deşta sînorê navçeya Pênciwênê bi berhemên herêmî hatine çandin. Niha demsala çinîna berheman ber bi dawiyê ve diçe. Cotkaran dest bi çinîna petatên îsal kirine ku du cûreyên wan hene ku petatên cîps û petatên xwarinê ne. Li ser berhem û karê nava zeviyan cotkar û karkerên li nava zeviyan ji ajansa me Rojnewsê re axivîn.

Sepeta Xwarinê ya Kurdistan û Iraqê

Cotkarê bi navê Wehîd Rehman diyar kir ku îsal bi dehan donim petat çandiye û niha gelek karker ketine zeviyê û berhev dike û got: “Sînorê Pênciwênê ku weke sepeta xwarinê ya Kurdistan û Iraqê tê naskirin, nêzîkî 81 hezar donim zeviyên çandiniyê yên weke; bacan, petat, zebeş, gindor û hwd. hene ku salane nêzî 8 heta 10 hezar donim zevî ji bo petatan tê veqetandin. Niha du cûreyên petate hene, cûrek wan ji bo hilberîna cîpse û cûreyê din jî ji boxwarinê ye.”

Daxwaza Zêde ya Kargeh û Welatên Cîran

Wehîd Rehman destnîşan kir ku daxwaza herî zêde ya kargehan ji petatan cûreya petatên ku ji bo hilberîna cîpsan tên çandine û got: “Daxwazeke zêde ya kargeh ji vê cûreyê petatan re heye. Îsal daxwazeke zêde li ser her cûre patat û bi taybetî jî petatên xwarinê heye. Li gorî salên din li herêmê û welatên cîran ji ber avhewayê ev cûre petat kêm bibûn.”

Pêşeroja Bûyeran

Li sînorê navçeya Pênciwênê cotkar li ser şêwazê çandin û karkirinê xebatên xwe didomînin û daxwaza ji bo berhemên herêmî roj bi roj zêde dibe.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse