9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Ji gaziyên Kobanê soza parastina nirxan

Rêveberiya Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo kesên di şerê dawî de birîndar bûne û bûne gazî civîn li dar xist. Di civînê de gazî û birîndaran soza parastina nirxên bi xwînê hatine avakirin dan.

Li Kobanê ji bo kesên di şerê dawî de birîndar bûne û bûne gazî civîneke berfireh bi amadebûna rêveberên gaziyên şer Medya Qamişlo û Şervan Zîlan ve pêk hat. Civînê bi deqeyekê rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir.

Piştî rêzgirtinê Medya Qamişlo têkildarî rewşa herêmê, geşedan û pêşketinên demên dawî nirxandin kirin. Medya Qamişlo li ser rol û mîsyona gaziyan a di nav têkoşînê û civakê de jî sekinî.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment