Evîndar Ararat diyar kir ku ji bo rêveçûna pêvajoyê weke tevgerê wan gavên ji dil û cidî avêtin û got, “Dewlet bi gotina ‘terorê’ eniya hundirîn nikare xurt bike. Ya ku eniya navxweyî xurt dike tifaqa gelan e, tifaqa civakê ye.”
Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo û rewşa dawî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand. Hevpeyvîna bi Evîndar Ararat re bi vî rengî ye:
Em di meha Cotmehê de ne. 4’ê Cotmehê endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, dîsa 7’ê Cotmehê Gûrbetellî Ersoz, heman demê 25’ê Cotmehê salvegera şehadeta Bêrîtan-Gulnaz Karataş e. Her wiha şehîd Rojîn Gewda, Arîn Mîrkan jî di meha Cotmehê de şehîd bûn. Ji komployê heta muzakereyê şehîdên ku bûne sembol in. Van şehîdan çi bi jinan, gelê Kurd dan qezençkirin, divê çawa xwedî li bîranîna wan bê derketin?
Çavkanî: ANF Kurmancî