ŞENGAL-ROJNEWS — Di çarçoveya hewldanên ji bo naskirina bi hêza parastin û mafên civaka Êzidî de, biryare îro di daxuyaniyeke hevpar de, entegrasyona hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) li gel dezgehên ewlehiyê yên hikûmeta Iraqê were ragihandin.
- Daxuyaniya hevpar wê li Çiyayê Şengalê were dayîn û endamên fermandariya YBŞ, YJŞ û artêşa Iraqê tê de beşdar bibin.
- Armanca vê daxuyaniya hevpar, ragihandina entegrasyona fermî ya qanûnî ya YBŞ û YJŞ’ê ye li gel dezgehên ewlehiyê yên Iraqê.
- Gotûbêjên di navbera YBŞ’ê û hikûmeta Iraqê de yên ku di destpêka sala 2026’an de dest pê kiribûn, piştî serdana şandeke nû ya Şengalê ya ji bo Bexdayê gihîştin qonaxa lihevhatinê.
Merasîma Fermî li Çiyayê Şengalê Tê Lidarxistin
Di çarçoveya hewldanên ji bo naskirina bi hêza parastin û mafên civaka Êzidî de, biryare îro di daxuyaniyeke hevpar de, entegrasyona hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) li gel dezgehên ewlehiyê yên hikûmeta Iraqê were ragihandin. Ev daxuyaniya hevpar wê li Çiyayê Şengalê were dayîn û endamên fermandariya YBŞ, YJŞ û artêşa Iraqê tê de beşdar bibin. Li gorî agahiyên ketine destê ajansa me de armanca vê daxuyaniya hevpar, ragihandina entegrasyona (tevlîbûna fermî ya qanûnî) Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ye li gel dezgehên ewlehiyê yên Iraqê ye. Amadekariyên ji bo merasîma fermî ya ragihandinê bi temamî bi dawî bûne û di saetên pêş de, daxuyaniya hevpar a her du aliyan ê were dayîn.
Pêvajoya Gotûbêj û Lihevhatinê
Hêjayî gotinê ye destpêka sala 2026’an, gotûbêjên di navbera YBŞ’ê û hikûmeta Iraqê de ji bo entegrasyona di navbera hêzên parastina Şengalê û Iraqê de dest pê kiribû. Lê belê ji ber rewşa navçeyê ev gotûbêj heta astekî sar bibûn; careke din di meha borî de şandek nû ya Şengalê serdana Bexdayê kir û di 16’ê mehê de, ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, daxuyaniyek li ser şand û gotûbêjên wan belav kiribû. Herwiha Elî Zeydî di rojên borî de jî ragihandi bû ku ew bi YBŞ’ê re lihev hatine.
Pêşeroja Bûyeran
Piştî van geşedanan tê payîn di saetên pêş de li Çiyayê Şengalê bi daxuyaniyek hevpar entegrasyona di navbera hêzên YBŞ-YJŞ û Artêşa Iraqê de were ragihandin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî