26 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Konsera Delîl Dîlanar li Stenbolê hate lidarxistin: Beşdaran ji kilaman têr nebûn

📰 KAPSAMLI RAPOR

STENBOL — Hunermendê naskirî yê muzîka kurdî Delîl Dîlanar, piştî navberek çar salan careke din li Stenbolê bi hezkiriyên xwe re hat ba hev û konsereke bi coş pêşkêş kir.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Konser li hola Bostancı Gosterî Merkezî pêk hat û salon bi temamî tije bû.
  • Guhdaran bi taybetî daxwaza kilamên klasîk ên mîna ‘Serayê’, ‘Nêçîrvano’ û ‘Derwêşê Evdî kirin.
  • Gelek kesayetên naskirî ji qada huner, çand, werziş û siyasetê tevlî konserê bûn.

Salona Bostancı Gosterî Merkezî tije bû

Hunermendê naskirî yê muzîka kurdî Delîl Dîlanar, piştî navberek çar salan careke din li Stenbolê bi hezkiriyên xwe re hat ba hev. Konsera ku li hola Bostancı Gosterî Merkezî pêk hat, rastî eleqeyeke mezin a muzîkhezan hat û salon bi temamî tije bû. Di şevê de orkestraya serkeftî ya li pey hunermend û performansa Dîlanar a di kilamên dengbêjiyê de wekî herdem kêfêk xweş da guhdaran.

Repertuara dewlemend û daxwaza guhdaran

Dîlanar bi repertuarek stranên cur bi cur bername meşand û ji zarayê soranî û zazakî jî stran gotin. Lê guhdaran bi taybetî daxwaza kilamên wî yên klasîk ên mîna ‘Serayê’ , ‘Nêçîrvano’ û ‘Derwêşê Evdî’ kirin. Dîlanar ji kilaman ‘Erê Zeryê’, ‘Nêçîrvano’ û ‘Şerê Tarxan’ ku klasîkên dengbêjiyê yên muhîm in pêşkêş kirin; ev berhem bi çepikên gur hatin pêşwazîkirin. Di seranserê konserê de beşdaran her kilamên dengbêjiyê yên êdî bûne klasîkên Delîl Dîlanar jê xwestin. Lê wî tenê sê kilam gotin. Bi taybetî bi her awayî performansa kilama ‘Lê lê zeriyê’ û ‘Şerê Tarxan’ pir serkeftî bû… Hem muzîk hem jî îcrakirina Delîl Dîlanar temaşevan heyran hiştin.

Mêvanên navdar ên şevê

Konserê ji bilî hezkiriyên muzîkê, ji qada huner, çand, werziş û siyasetê jî gelek kesayetên naskirî anîn ba hev. Di nav beşdaran de hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Nîlûfer Akbal, Rewşan, Dengbêj Kazo, Sebrî Agirî, Mihemedê Serhedî, nîgarkêşê navdar Ahmet Guneştekîn, Rêvebera Amedsporê Narîn Nadîrovaya, Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê, Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz û gelek rûyên naskirî yên civaka kurd hebûn.

Pêşeroja Bûyeran

Axir her çiqas Delîl kilama ‘Derwêşê Evdî’ û ‘Serayê’ negot jî, şev bi bi coş, bi govend û dîlanê bi dawî bû.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse