Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat anî ziman ku ji ber gavneavêtina dewletê di pêvajoyê de “rewşeke rawestînê” heye û destnîşan kir ku ji bo rêveçûna Pêvajoyê divê statuya Rêber Apo fermî bibe.
- Ji ber gavneavêtina dewletê di pêvajoyê de rewşeke rawestînê heye.
- Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe.
- Di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên meha Cotmehê bi hurmet hatin bîrkirin.
Nirxandinên Li Ser Pêvajoyê û Bernameya Medya Haber TV
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameya taybet a Medya Haber TV de bersiv da pirsan û asta heyî ya pêvajoyê, têkoşîna azadiyê ya jinan, kiryarên li girtîgehan û bûyerên herêmî nirxand. Hozat diyar kir ku ji ber gavneavêtina dewletê di pêvajoyê de rewşeke rawestînê heye û ji bo rêveçûna pêvajoyê pêwîstî bi gavên berbiçav heye.
Bîranîna Şehîd Bêrîtan û Rola Wê ya di Têkoşîna Azadiyê de
25’ê Cotmehê salvegera 34’emîn a şehadeta hevala Bêrîtan e ku di afirandina xeta berxwedanê ya jinê û têkoşîna azadiyê ya Kurd de bi rola xala werçerxê rabû. Şehîd Bêrîtan di sosyolojiya Kurd de guhertineke çawa afirand? Beriya her tiştî di şexsê Bêrîtan-Gulnaz Karataş û şehîdên meha Cotmehê de şehîdên şoreşê û azadiyê hemîuyan bi hurmet û minet bi bîr tînim.
Hevala Bêrîtan di nava têkoşîna me de xwedî cihekî gelekî cuda ye. Bi taybetî cihê wê ji aliyê têkoşîna azadiya jinê ve, girîngiya wê gelekî cuda ye. Hevala Bêrîtan sembola xeta berxwedan û azadiyê ye. Di rêxistinbûna jinê, artêşbûna wê de, bi giştî ji aliyê belavbûna têkoşîna jinê li Kurdistanê û herêmê ve sekn, kesayetî û bexwedêriya hevala Bêrîtan, sekna wê ya esîl a li dijî hevkarî, nokerî, xiyanet, ferzkirinên teslîmiyetê û xeta teslîmkariyê gelekî bandor kir. Bandora wê ya li ser jinên Kurd hîn zêdetir e. Di afirandina çanda berxwedanê de li Kurdistanê ji xwe çandeke bi vî rengî ya bi kok heye. Di afirandina vê çandê de jinên Kurd xwedî cihekî diyarker e. Hevala Bêrîtan jî hevalek bû ku bi vê çandê mezin bû.
Dema ku xwe gihand têkoşîna PKK’ê bêguman guherîna di kesayetî û têkoşîna xwe de gihand asta herî bilind.
Pêşeroja Bûyeran
Pêvajoya siyasî û têkoşîna azadiyê ya jinan di çarçoveya nirxandinên Besê Hozat de bi baldarî tê şopandin û girîngiya parastina nirxên şoreşgerî careke din hate tekezkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî