Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê 8MKG) bi raporekê bal kişand ser girtin, binçavkirin, gef, doz û sansura dîjîtal a li hemberî rojnamevanên jin.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha îlonê eşkere kir. Di raporê de hat ragihandin divê darizandin û çavtirsandina rojnamevanan ên ji ber çalakiyên wan ên pîşeyî, astengkirina weşana nûçeyên wan û girtina platformên wan ên dîjîtal bi dawî bibe û hat gotin:”Divê rojnamevanên girtî werin berdan û hemû astengiyên li pêşiya rojnamevanan werin rakirin.”
“Di meha îlonê de zext bi awayên curbecur li ser rojnamevanên jin berdewam kirin. Lêpirsîn û dozên li dijî çalakiyên rojnamegeriyê, astengiyên li pêşiya nûçeyan, binçavkirin û girtin, gef û êrîş û sansura dîjîtal qada xebatê ji bo rojnamegeran teng kir.
Çavkanî: ANF Kurmancî