27 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Êrişên li ser koçberên Girê Spî li Til Temir hate şermezrkirin

📰 KAPSAMLI RAPOR

NAVENDA NÛÇEYAN — Xelkê Til Temirê êrişa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir û daxwaza mîsogerkirina parastina wan û dabînkirina vegera wan a ewle ji bo mal û gundên wan kir.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Şêniyên bajarê Til Temirê bi meşeke girseyî êrişa li ser koçberên Girê Spî şermezar kir.
  • Mamoste Hebûn Dawûd got ku êrişa li dijî koçberan binpêkirina nirxên mirovî û mafên mirovane ye.
  • Rêveberê Partiya Çep a Kurdî Îsmaîl Ferhan daxwaz kir ku hikumeta veguhêz bi erkên xwe rabe.

Meşa Girsayî û Daxwaza Vegera Ewle

Şêniyên bajarê Til Temirê bi meşeke girseyî êrişa li ser koçberên Girê Spî şermezar kir û bang li hikûmeta demkî kir ku berpirsiyariyên xwe yên parastina koçberan, mal û milkên wan û dabînkirina vegera wan a ewle ji bo malên wan kir. Meş ji rêya M4 destpê kir, heta bi Çerxerêya Qendîlê ya li têketina başûrê bajêr dewam kir. Li wir meş veguherî mîtîngê, mamoste Hebûn Dawûd axivî, êrişa li dijî koçberan, mal û milkên wan şermezar kir û got ew binpêkirina nirxên mirovî û mafên mirovane û divê parastina wan were peydakirin, êrişkar werin cezakirin û tedbîrên dubarenebûna êrişan werin girtin.

Banga Xurtkirina Hevgirtinê û Parastina Aştiya Navxweyî

Hebûn Dawid banga parastina aştiya navxweyî, redkirina xîtaba nefretê û tehrîdkirinê û xurtkirina hevgirtinê di nava gelên herêmê de kir û anî ziman ku parastina koçberan, rûmet, mal û milkên wan berpirsiyariyee mirovî û exlaqî ye. Jî rêveberê Partiya Çep a Kurdî Îsmaîl Ferhan jî got êrişa li ser koçberên Girê Spî rola hikumeta veguhêz di parastina wan de dixe cihê pirsiyariyê.

Pêşeroja Bûyeran

Ferhan diyar kir ku koçber bi hêvî ne vegerin mal, gund û xaka xwe, lê êrişên li dijî wan selametî û vegera wan tehdîd dikin û ji hikumeta veguhêz daxwaz kir ku bi erkên xwe rabe. Her wiha destnîşan kir ku pêwîstî bi avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk a li ser bingeha jiyana hevbeş heye û bal kişand ser çareserkirina pirsan.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse