Li Londonê, di 28’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo, meşekî girseyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de komplo hate şermezarkirin û daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêkanîna mafê hêviyê hat kirin.
Li paytexta Ingilîstan Londonê, Komploya Navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo hate destpêkirin, bi meşekî girseyî hate protestokirin.
Çalakî bi pêşengiya Yekîtiya Komunan a Londonê pêk hat. Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Pirtûkxaneya Wood Green li hev civiyan. Di çalakiyê de wêneyên Rêber Apo hatin hilgirtin û pankart û dowîzên ku daxwaza pêkanîna mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin, hatin vekirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî