27 Ekim 2026, Salı
Nûçe

5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî

🔴 FLAŞ HABER

TEHRAN — Derhêner û senarîstê navdar ê Îranî Cafer Penahî di dozeke nû de hate cezakirin û Dadgeha Şoreşê cezayê 5 sal û 1 meh girtîgehê da wî.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Di dozeke nû de 5 sal û 1 meh cezayê girtinê dan derhênerê Îranî Cafer Penahî.
  • Dadgehê biryar da ku dest deynin ser mal û milkên Penahî.
  • Bikaranîna medyaya dîjîtal û derketina wî ya derveyî welat ji bo 2 salan hat qedexekirin.

Biryar li Şaxa 26an a Dadgeha Şoreşê hate girtin

Derhêner û senarîstê Îranî Cafer Penahî di doza ku li Şaxa 26an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat dîtin de 5 sal û 1 meh ceza danê. Dadgehê biryara destdanîna ser hemû mal û milkên Penahî da û bikaranîna medyaya dîjîtal û derketina wî ya derveyî welat ji bo 2 salan qedexe kir.

Parêzer Nîlî: Biryar di nebûna Penahî de hat dayîn

Li gorî nûçeya HRANA’yê ya ku xwe dispêre Emtedadê parêzerê Penahî Mostafa Nîlî diyar kir ku dema ku Penahî ne amade bû ev biryar hatiye dayîn. Nîlî destnîşan kir ku piştî hesabên bankeyê yên Penahî hatin cemidandin, ew ji vê biryarê agahdar bûye. Parêzer Nîlî anî ziman ku her çiqasî muwekîlê wî di 30’ê Adara 2026’an de vegeriyaye Îranê jî, di dosyeya dozê de hatiye diyarkirin ku ew li derveyî welat e û dîroka danişînê ji wî re nehatiye ragihandin. Nîlî da zanîn ku di 20’ê Gulana 2026’an de derbarê Penahî de biryara girtinê jî hatiye derxistin û anî ziman ku niha sê dosyeyên cuda yên hiqûqî derbarê derhêner de hene.

Pêşeroja Bûyeran

Penahî berê jî bi tawanbariya ‘propaganda li dijî rejîmê’ di dozeke cuda de salek ceza dabûnê û derketina derveyî welat û endamtiya wî ya ji bo rêxistinên siyasî û civakî bo dema 2 salan hatibû qedexekirin. Daxwaza derhêner a ji bo ji nû ve darizandinê di Hezîrana 2026’an de hatibû redkirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse