27 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

🔴 FLAŞ HABER

QAMIŞLO — Hat ragihandin ku Wezareta Perwerdehî ya Sûriyeyê biryar daye ku xweseriya Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî betal bike û wan bi zanîngehên din ve girê bide.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Feratê û Zanîngeha Kobaniyê jî bi Zanîngeha Helebê ve tê girêdan.
  • Li gorî biryara bi hejmara 69’an ‘Fakulteyên Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Firatê re dibin yek’.
  • Li gorî biryara bi hejmara 71’ê ‘Fakulteyên Zanîngeha Kobanî bi Zanîngeha Helebê re dibin yek’.

Biryarên nû û rewşa her du zanîngehan

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Diyarname ve hatine ragihandin, Wezareta Perwerdehî ya Sûriyeyê biryar daye ku xweseriya Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî betal bike û wan bi zanîngehên din ve girê bide. Li gorî vê yekê, Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Feratê û Zanîngeha Kobaniyê jî bi Zanîngeha Helebê ve tê girêdan. Li ser vê yekê ji her du zanîngehan hê tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Herwiha li gorî biryara bi hejmara 69’an ‘Fakulteyên Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Firatê re dibin yek’. Li gor biryara bi hejmara 71’ê jî ‘Fakulteyên Zanîngeha Kobanî bi Zanîngeha Helebê re dibin yek’.

Xwendekaran daxuyanî dabûn

Xwendekarên Fakulteya Perwerdeyê û Fakulteya Endezyariya Avahîsaziya Ekolojî yên Zanîngeha Rojava li ser nêzîkatiyên Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî roja 25’ê mehê li ber avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê daxuyanî dabûn.

Xwendekarên Zanîngeha Rojava girêdana xwe ya bi mîsogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî di hemû qonaxên xwendinê de kiribû û daxwaz kiribû ku Zanîngeha Rojava ji hêla akademîk û îdarî ve serbixwe be.

Nîqaşên berê û pêvajoya dawî

Berî niha bi demek hatibû nîqaşkirin ku Zanîngeha Rojava û Şaxa Zanîngeha Feratê ya li Hesekê bibin yek û navê Zanîngeha Hesekê li wan bê kirin. Niha biryareke din hat girtin û li gor vê Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Feratê ve hat girêdan. Tê zanîn ku navenda Zanîngeha Feratê li Dêrezorê ye.

Berî vê biryarê, roja 25’ê mehê Xwendekarên Zanîngeha Rojava li ber avahiyê daxuyanî dabûn çapemeniyê.

Pêşeroja Bûyeran

Pêşketin û bertekên der barê biryara girêdana Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de ji aliyê Nûçe Ciwan ve têne şopandin.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse