9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

Ajansa Îstîxbarat û Lêkolînê ya Federal a Iraqê ragihand ku çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin ku bi sûcdariya “terorê” biryara girtina wî hebû.

Ajansa Îstîxbarat û Lêkolînê ya Federal bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyonek bi hevkariya Hêzên Ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê, li parêzgeha Hewlêrê lidarxistin.

Hate diyarkirin ku tometbarek ku wek yek ji çeteyên metirsîdartirîn tê dîtin û ji ber kiryarên xwe yên terorîstî dihat lêgerîn, li gorî madeya 4 ya yasaya terorê hate girtin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment