9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) di salvegera 29’emîn de yek ji pêşengên rojnamevgeriya jinên Kurd Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî.

Komelaya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Gurbetellî Ersozê di salvegera 29emîn a şehadeta wê de bi daxuyaniyeke niviskî bi bîr anî.

DFG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Gurbetellî Ersoz weke rojnamegereke pêşeng ket dîrokê; wê hebûna jinan di qada rojnamegeriyê de xurt kir û têkoşîna azadiya jinan bi qada çapemeniyê re gihand hev û ev tişt gotin: “Bi wergirtina erka gerînendetiya weşanê ya giştî, wê zor da sînorên feraseta medyaya serdest a mêr û nîşan da ku jin di medyayê de ne tenê xebatkar in, dikarin bibin rêveber û biryaran jî bidin. Rojnamegerên jin ên li ser şopa Gûrbetellî mezin bûn, di wê riya ku wê vekir de meşiyan û rojnamegeriya jinan geş kirin. Di sala 2014an de rojnamegerên jin ên Kurd 8ê Cotmehê wekî Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd ragihand. Ev bû yek ji nîşanên herî xurt ên xwedîderketina li mîrateya ku Gurbeteliyê li pey xwe hiştiye. Îro bi hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin û dengê xwe di qada medyayê de mezin dikin. Jin, di her qada medyayê de berpirsiyariyên çalak digirin ser xwe. Ew tenê bi bûna dengê jinan namînin; li pey heqîqetê diçin, tiştên nayên dîtin radixin ber çavan û rojnamegeriyê bi têkoşîna civakî re digihînin hev.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment