Bi wesîleya salvegera 28’emîn a Komploya Navneteweyî ku li dijî Rêber Apo hate kirin, li Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin.
Ji bo şermezarkirina salvegera 28’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku ji 9’ê Cotmehê (1998) destpê kir, şêniyên bajarên Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê xwepêşandan lidar xistin.
Li bajarê Qamişlo xwepêşandan ji Çerxerêya Sonî destpê kir. Xwepêşandêran wêneyên Rêber Apo, sembolên kurdî, pankartên “Em bi însiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk a ku wê Komploya Navneteweyî û pergala Îmraliyê têk bibe re ne” rakirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî