Zimanê dayikê dema ku ji nava sînorên malê derket digihêje perwerdeyê, jiyana cemaweriyê û tenduristiya derûnî. Li kîjan ji van qadan şikestineke biçûk rû bide, ji nasnameyê heta bi ragihandina nifşan encamên cidî rû dide.
Zimanê dayikê ji bilî zimanê destpêkê yê mirov ê naskirina cîhanê ye, her wiha weke pirekê ye ku nasname lê tê avakirin, xwebûn lê çêdibe û hişê civakî ji nifşên nû re pê tê ragihandin. Ji perwerdeya zarokekî heta bi xizmeta tenduristiyê ya mirovekî zimanê dayikê mijareke gelekî berfireh e. Tengkirina qada bikaranîna ziman, hiştina li derveyî perwerdeyê û bêbersivhiştina ziman li nava jiyana cemaweriyê bêguman bandorê li mirov bi xwe û têkiliya bi civakê re dike.
Mirov beriya her tiştî bi rêya têkiliyên bi derdora xwe re wateyê didin cîhanê. Li gel têkiliyên malbatî û civakî ziman jî parçeyek ji vê pêvajoya destpêkê ya biwatekirinê ye. Carna hevoka destpêkê ya hatiye hînbûn weke amûreke ragihandinê namîne; li nava malbatê, rabirdûyê yan jî li nava têkiliyên bi derdorê bi cih dibe.
Çavkanî: ANF Kurmancî