30 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Li dijî wêrankirina ekolojîk a li Geliyê Zîlanê bertek: Divê proje demildest bên

📰 KAPSAMLI RAPOR

ERDÎŞ — Li navçeya Erdîşê ya Wanê rêxistinên ekolojiyê, Baroya Wanê û DEM Partî ya Erdîşê bertek nîşanî projeyên ku li Geliyê Zîlanê tên çêkirin dan û xwestin ku demildest bên rawestandin û wêraniya ku li hawîrdorê hatine kirin bên telafîkirin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Li navçeya Erdîşê ya Wanê rêxistinên ekolojiyê, Baroya Wanê û DEM Partî ya Erdîşê têkildarî projeyên li Geliyê Zîlan daxuyaniyek dan.
  • Daxuyanî ji aliyê nûnerê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Rojhat Ozgokçe ve hat xwendin û qirkirina ekolojîk hat şermezarkirin.
  • Hat diyarkirin ku projeyên GES, HES, JES û madenê zirarên mezin û bêveger didin erdên çandiniyê, zozan û çavkaniyên avê.

Bertekên Li Dijî Projeyên GES, HES û JES’an

Li navçeya Erdîşê ya Wanê rêxistinên ekolojiyê, Baroya Wanê û DEM Partî ya Erdîşê bertek nîşanî projeyên ku li Geliyê Zîlanê tên çêkirin dan û xwestin ku demildest bên rawestandin û wêraniya ku li hawîrdorê hatine kirin bên telafîkirin. Komeleya Ekolojiyê ya Wanê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Bariya Wanê û DEM Partî ya Erdîşê têkildarî projeyên GES, HES û JES ên li Geliyê Zîlan a li navçeya Erdîş a Wanê daxuyaniyek dan.

Qirkirina Ekolojîk a Li Geliyê Zîlan Hat Şermezarkirin

Daxuyanî ji aliyê nûnerê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Rojhat Ozgokçe ve hat xwendin. Daxuyaniyê de qirkirina ekolojîk ya li ser Geliyê Zîlan hat şermezarkirin û hat xwestin ku proje werin betalkirin. Di destpêka daxuyaniyê de Rojhat Ozgokçe da zanîn ku projeyên zirarê didin ekolojiyê bênavber didomin û wiha got: “Di serî de Projeyên GES, HES û JES ên li Geliyê Zîlan tê plankirin û projeyên madenê zirarên mezin û bêveger dide erdên çandinî, zozan û çavkaniyên avê. Hêlekê ve herikîna xwezayî ya Çemê Zîlanê xirab dibe û helekê ve jî jînewara cûreyên endemîk kêm dibe. Hinceta enerjî û hilberînê dibe sedema qirkirina ekolojîk. Ev proje dibin sedema tunekirina debara gelê herêmê yê debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikin.”

Pêşeroja Bûyeran

Rojhat Ozgokçe bi bîr xist ku raporên ÇED’ê li gorî pîvanên zanistî û herêmî nayên amadekirin, bi xemsarî tên amadekirin û wiha berdewam kir: “Ev dorpêça derdorê Geliyê Zîlanê hatiye kirin, ne tenê zirarê dide nifşê niha zirarê dide jîngeha nifşên pêşerojê jî. Di çarçoveya mafê jiyana di jîngeheke tendurist û hevseng de ku di xala 56emîn a destûra bingehîn a Tirkiyeyê de hatiye misogerkirin…

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse