ŞENGAL — Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta anî ziman ku pêngava entegrasyonê ya li Şengalê gaveke girîng e û destnîşan kir ku ji bo gelê Êzidî tişta herî girîng xweparastin e.
- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta pêngava entegrasyonê ya li Şengalê weke gaveke girîng nirxand.
- Avesta di Bernameya Taybet a Stêrk TV de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û bûyerên li Rojava hat ser ziman.
- Di salvegera 34’emîn de şehîd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û tevahiya şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn.
Nirxandina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di Bernameya Taybet a Stêrk TV de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêngava entegrasyonê ya li Şengalê û bûyerên li Rojava nirxand. Avesta diyar kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Rêber Apo û Tevgera Azadiyê gavên pêwîst avêtine, lê belê aliyê beramber bêdengiya xwe diparêze, gavên girîng neavêje û gavên li gorî ruhê demê nake.
Bîranîna Şehîd Bêrîtan û Salvegera Têkoşîna Azadiya Jinê
Van çend rojên derbasbûyî salvegera 34’emîn a fermandara me Gulnaz Karataş hevala Bêrîtan bû. Di heman demê de em weke tevgera azadiyê ya jinê dikevin sala xwe ya 40 salî. Ku weke tevgereke jin me cara yekemîn bi rengekî xweser xwe saz kir. Di serî de, di şexsê hevrê Bêrîtan de tevahiya şehîdên têkoşîna azadiyê, şehîdên meha Cotmehê bi rêzdarî, bi hurmet, bi minet bi bîr tînim. Ew soz û peymanê ku me dane şehîdan, heta serxistina armancên wan em ê pêk bînin.
Rol û Perspektîfa Rêber Apo
Beriya ku ez derbasî bersiva pirsa we bibim, Rêber Apo bi hurmet, hezkirin û bêrîkirinê silav dikim. 2 sal in ku Rêber Apo bi sebreke mezin, bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, bi entegrasyona demokratîk perspektîfek, paradîgmayek xist rojevê û da pêşiya tevahiya mirovahiyê. Ev gelekî girîng e. Rêber Apo pêşengiyê ji vê yekê re dike, koordînatorê wê ye, mîmarê vê pêvajoyê ye.
Pêşeroja Bûyeran
Pêvajo di kîjan merheleyê de ye? Tiştekî nû heye yan na? Me dixwest, em bibêjin tiştekî nû heye, dil dixw…
Çavkanî: ANF Kurmancî