Meclisên ciwanan ên PYD’ê yên bajarên Til Temir û Zirganê bi daxuyaniyekê biryara hikumeta demkî ya têkildarî perwerdeya zimanê Kurdî red kir û diyar kir ku perwerdeya bi zimanê kurdî mafekî sereke ye.
Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li pêşiya avahiya PYD`ê ya li bajarê Til Temirê têkildarî daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla endama Meclisa Ciwanan a PYD`ê ya Til Temir Lînda Yûnis û bi zimanê erebî ji aliyê endamê Rêveberiya Meclisa Ciwanan a PYD`ê ya Zirganê hat xwendin.
Çavkanî: ANF Kurmancî