Hevdîtinên ku Bexdayê 11’ê Îlonê bi Meclîsa Gel a Şengalê da destpêkirin, bêyî dewleteke sêyemîn divê dewam bike û statuyek ji YBŞ û YJŞ’ê re bê naskirin ku di bin sîwanê artêşa Iraqê de li Şengalê bimînin.
Di êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê zêdeyî 6 hezar mirov hatin revandin. Agahî ji nêzî 2 hezar û 500 kesî hîn nîne. Êzidî vê yekê weke fermana 74’an pênase dikin ku bi hezaran kes hatin kuştin û revandin.
Şengal di sala 2015’an de ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin. Êzidiyan piştî fermanê meclîsa gel ava kirin, bi hêzên xwe yên parastinê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) mekanîzmayên xwe yên rêveberî û parastinê damezrandin. Li Şengalê ji wê demê û vir ve xwerêveberiyek, îradeyeke parastin û rêvebirinê ya gel bi xwe heye.
Çavkanî: ANF Kurmancî