MEXMÛR — Saziya Ciwanan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi armanca bîranînê turnuvayek ya sentrancê dan destpêkirin û çalakî diyarî hemû Şehîdên Tevgera Azadiyê hate kirin.
- Turnuvaya sentrancê bi navê Şehîd Seîd Çomlek hate lidarxistin.
- Di turnuvayê de 36 kesên ciwan beşdar bûn.
- Hevberdevkê Saziya Ciwanan Sîpan Yaman axivî û girîngiya çalakiyê anî ziman.
Bi Deqeyek Rêzgirtinê Destpê Kir
Saziya Ciwanan a Mexmûrê turnuvayek ya sentrancê ya Şehîd Seîd Çomlek dan destpêkirin û turnuva diyarî hemû Şehîdên Tevgera Azadiyê hate kirin. Saziya Ciwanan ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) turnuvayek ya sentrancê ya Şehîd Seîd Çomlek dan destpêkirin. Turnuva li Saziya ciwanan bi beşdariya dehan ciwanan û bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Sîpan Yaman: Em Diyarî Rêber Apo û Şehîdan Dikin
Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya turnuvayê Hevberdevkê Saziya Ciwanan Sîpan Yaman axivî û got: “Em di serî de vê turnuvayê diyarî Rêber Apo û tevahî şehîdan dikin. Em hertim xwedî li şehîdên xwe derdikevin û bi bernameyên wiha, wan bibîrtînin. Em serkeftinê ji hemu beşdarvanan re dixwazin û plansaziyên wiha gelekî başin. Em pê keyfxweşin û aktîvîteyekî wisaye ku ciwan beşdar dibin.” Piştî axaftinê kûra hat kişandin û leyîstoka destpêkê hat leyîstin. Hêjayê gotinêye ku 36 kes beşdarî vê turnuvaya sentrancê bûne.
Pêşeroja Bûyeran
Turnuvaya ku bi tevlêbûna 36 ciwanan li Saziya Ciwanan a Mexmûrê destpê kir, bi coş û kelecaneke mezin berdewam dike.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî